Ölü Filozoflar Terası

Wê qenala me ji bo çand, ziman, sînema, edebiyat û muzîka Kurdî ye. Em çîroka gelê Kurd, bi belgefîlm û vîdyoyên kurt, dengê wî û mîrata wî ya dewlemend bi cîhanê re parve dikin. Zimanê me bi Kurdî ye, jêrenivîsên Tirkî û Îngilîzî jî carinan dê hebin.

Nêrîna me tenê ji kunçikek reng nagire. Em bê sînorin, em bê desthilatdar in. Gaveke me li Siwrêgê ji Yilmaz Guney hêz digire gaveke me li Swêdê ye, ji Bergman hêz digire. Em Freudê belengaz li xaka Kurdistanê digerînin, digihijînin Sedîqê Hîdayet.
Dostoyevskî yê Fyodor bi mere dibe heval, em wî dibin ber çemê Dîcleyê, ji bo kuştina Çar.
Pervinxan li ser serê me operayê dixwîne, Shakespeare soneyên xwe.
Salome tevlî daxuyaniyên jinan dibe, Shopenhauer li dawetên eşîran. Simbêl reş Nietzsche qehweya Balzac vedixwe, Proust Madlen kurabiyeyê Çarşiya Şewitî.
Îsayê Mesîh li Mêrdînê şeraba erotîk difiroşe, Baudelaire li goristanan kulilkên xerabî.
Em bê cil in, cilê me wateya me ye.

Ji dergeha wateyê durnekevin.


@terasafeylesofênmirî